Bûyer, doh di seat 12.10an de li ser Ceddeya Karagoza Tax Beydagiyê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, polêsek bi navê M.B. di dikana bavê xwe de bi malbata xwe re şer kir û bi çeka xwe gule li ser Abdullah Çay (35), Şeref Çay (60), K.Ç. , R.Ç. û Gûlhan Baytok (61) rijand.

Li ser xeberdayîna mirovan ji cîhê bûyerê re ekîbên 112yê hatin şandin.

Mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.

Hat diyarkirin Abdullah Çay, Şeref Çay û Gûlhan Baytok canê xwe ji dest dan.

Piştî bûyerê polês M.B. bi tevî çeka xwe teslîm bû. (ÎLKHA)