Artêşa îşxalê, li Taxa Hara Tehreyka herêma Dahîyeyê çend avahîyan bombe kir.

Libnan El Meyadîn TV, diyar kir ku di êrîşê de herî kêm 2 kes şehîd bûn, 7 kes jî birîndar bûn.

Hat diyarkirin ku êrîş bi ÎHAyan hatîye kirin û 3 fuze hatine avêtin.

Li gorî agahîyan rayedarê Hîzbullahê Fuad Şukrî hatîye hedefgirtin lê ev sûîqest bi neserfirazî dawî bûye.

Artêşa îşxalê xwedî li êrîşê derket. (ÎLKHA)