Weqfa Evîndarên Pêxember, piştî banga Îsmaîl Henîyye ku gotibû di 3yê Tebaxê de bila hemû xelkê cîhanê xwepêşandanan li dar bixin daxuyanîyeke niviskî belav kir.

Di daxuyanîya Weqfê de bi vê şeklê hat desptêkirin: “Hem çi ji we bûye ku, Ji bo zilam, pîrek û zarokên ku di rêya Xwedê de bêçare hatine hiştin herbê nakin? Ew ku: ‘Rebbê me! Me ji vê bajara ku xelkê wê zalim e derbixe, ji me re ji alîyê xwe xwedîyekî bişîne û ji alîyê xwe ji me re alîkarîyekî bişîne!’

“Di girtîgehan de îhlalên giran ê mafê însanan heye”

Di daxuyanîyê de weha hat îfadekirin, “Henîyye, destnîşan kiribû ku nêzê 10 meh e îsraîl xelkê Xezzeyê dûçarê qirkirinê dike, di hejmara mirîyên êsîran de ku di zindanên îsraîlê de ne gelek zêdebûn çêbûye ku heta îro hejmarekî ewakî nehatîye dîtin û şert û mercên êsîran jî bi sîstematîkî tê xerakirin. Li dijî êsîrên ku li Xezzeyê hatine desteserkirin îşkenceyên fîzîkî, psîkolojîkî, kuştina bi hêdî hêdî, bêtedawîtî, xwarin û bêdermanî gelek zêde bûye û bi vê şeklê wan însanan ji mafên wan ên însanî dûr dixin.”

“Em hemû însanên ku hestyar in dawetî bernameyan dikin”

Di dawîya daxuyanîyê de weha hat destnîşankirin, “Henîyye, ji bona ku ji êsîrên di girtîgehên îşxalê de ne re destek bê dayîn 3yê Tebaxê roja piştgirîya netewî û navneteweyî îlan kir û hemû alema Ereb û Îslamê dawetî xwepêşandanan kiribû. Heta ku êrîşên îsraîlê yên li ser xelkê Xezzeyê û êsîran bêne sekinandin xwest ku bila xwepêşandan berdewam bikin.

Em jî wek Weqfa Evîndarên Pêxember; ji bona ku dengê xelkê Xezzeyê û êsîran bibin hemû însanîyetê banga xwepêşandanên ku di 3yê Tebaxê de bêne lidarxistin dikin.” (ÎLKHA)