Serokkomarê Îranê Mesud Pezeşkîyan, bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re li ser telefonê hevdîtinek kir.

Di daxuyanîya ku ji teref Serokkomarîya Îranê ve hat belavkirin de hat destnîşankirin ku Pezeşkîyan dixwaze ku bi Fransayê re di çarçoveya rûmet û ewlehîyê de minasebetên dualî pêşve bibe, ji bona mizakereyên ku di warê rakirina ambargoya li ser Îranê bêne kirin amade ne û dûre Pezeşkîyan weha got, “Di rapora 15 a Ajansa Enerjîya Atomê ya Navneteweyîyê de tê îfadekirin ku Îranê li ser taahûd û sozên ku di peymanê de daye disekine. Encax Emrîqa tu sozekî xwe bi cîh neanîtîye û bi alîyekî tenê ji peymana nukleerê vekişîyan, ji Îranê re jî mueyyîdeyên giran û zalimane bikaranîtine.”

Pezeşkîyan diyar kir rejîma îşxalker ger êrîşê Libnanê bike ew ê ev xetayekî mezin be, “Êrîşa rejîma îşxalker a li ser Libnanê ew ê encamên giran derbixe holê. Îran, di serî de li Xezzeyê û ji bo herêmê aştî û hizûrê tertîp bike ji hemû gavan re amade ye.” (ÎLKHA)