Israel Katz, li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek parve kiribû, di daxuyanîya xwe de Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan tehdît kiribû û ji Tirkîyeyê jî ji wî re bertekên mezin hatibûn nîşandan.

Katz, li ser bertekan ji dîplomatan re gotibû ku bila bi hemû endamên NATOyê re bikevin nav têkilîyê û Tirkîyeyê şermezar bikin.

Katzê îşxalker, daxwaz kir ku bila Tirkîye ji NATOyê bê îhraçkirin. Tirkîye ji 1952yan vir ve endamê NATOyê ye. rejîma îşxalê jî ne endamê tîfaqê ye encax ji sala 1995an vir ve ni navbeynkarîya mekanîzmaya Têkilîya Behra Spî di NATOyê de roleke aktîf digre.

Ji sala 2017an vir ve di leşkergeha NATOyê ya li Brûkselê de mîsyonekî daîmî û fermî ya îşxalkeran heye. (ÎLKHA)