Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu tehdîdên ku ji Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan re hatine kirin bi zimaneke tund şermezar kir.

Yapicioglu weha got:

“Şibandina Hîtlerê ya ji teref Birêz Serokkomarê me ve ji netenyahu re hatîye kirin hindike jî. Hîtler qatilek û qirkerek bû. Netenyahu û sîyonîzma ku “xerabîya mutlaq e”, ji temamê însanîyet û nirxên însanî re herbê vekirine. Sîyonîzm, terorîzma herî talûke ye. Sekina li hember sîyonîzmê, ne antîsemîtîzm e, sekina li hember terorê ye.

Qetlîam û qirkirina li Fîlîstînê berdewam dike sînorên tehemulê zûda derbas kirîye. Netenyahuyê sîyonîst û hevalên wî yên ku ji 7ê Cotmehê vir ve 20 hezar jê zarok herî kêm 40 hezar însanan qetil kirîye, tenê Fîlîstînîyan qetil nekirîye; ji hemû nirxên însanî re herbê vekirine, însanîyet, edalet û hiqûqê qetil kirine. Ji ber ku ji wan hesabê qetlîamên ku kirine nehatîye pirsîn, heddên wan ji wan re nehatîye nîşandan û wisa xuya dike ku ji çepikkirina di Kongreya Emrîqayê de ji wan re hatîye girtin cesaretê girtine ku pêçîyên xwe ji derdorê de dibin û tînin, tehdîdan dikin.

Weka ku em di serî de dibêjin îsraîlê hêz û qeweta xwe ji çekên teknolojîkî û Emrîqaya ku piştgirîyê didin wan nagre. Ew hêz û qeweta xwe ji belavbûna Alema Îslamê distîne. Divê Tirkîye haya wê ji talûkeya sîyonîstan hebe û li gorî wê îradeyek nîşan bide.

Di vê çarçoveyê de;

Em bang dikin ku bila rêyên hewa û behrê ji sîyonîst û alîgirên wan re bêne girtin,

Pêşnîyaza me ya qanûnê ku me dabû Sazîya Giştî ya Meclîsê bê qebûlkirin,

Tirkîye endamên D8ê û welatên endamên Teşkîla Hevkarî ya Îslamî banga civîna lezgînî bike.” (ÎLKHA)