Ji daxuyanîyên rejîma îşxalker a sîyonîst ku Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan hedef girtibû re ji teref Enqereyê ve bertek hat nîşandan.

Wezareta Karên Derve jî bal li ser qirkirina Nazîyê kişand.

Di daxuyanîya ku li ser medaya civakî ya Wezareta Karên Derve ve hatîye belavkirin de weha hat gotin, “Çawa ku Nazîyên qirker hesab dan, yên ku ji bo tunekirina Fîlîstîyan dixebitin jî ew ê hesab bidin.”

Di daxuyanîyê de weha hat gotin:

“Dawîya Hîtlerê qirker çawabû, ew ê dawîya Netenyahuyê qirker jî wisa be. Çawa ku Nazîyên qirker hesab dan, yên ku ji bo tunekirina Fîlîstîyan dixebitin jî ew ê hesab bidin. Însanîyet ew ê li cem Fîlîstînîyan bisekine. Hûnê nikaribin Fîlîstîyan tune bikin.” (ÎLKHA)