Fermandarê Ewlehiya Beravê ragihand ku li ser agahiya ku li peravên navçeyên Seferîhîsara di avê de komek koçber hene, boteke Ewlekariya Beravê sewqî herêmê hatiye kirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ekîban di kelekên canê de 94 koçberên ku ji aliyê hêzên Yûnanîstanê ve bi alîyê Tirkiyeyê ve hatibûn vegerandin û mahsûr mabûn hatin xelaskirin.

Koçberên ku hatin xelaskirin piştî karên wan ji Midûriyeta Rêveberiya Koçê ya Parêzgehê re hatin şîyandin. (ÎLKHA)