Li gorî agahîyên ku ji mirovên bûyerê dîtine hatine bidestxistin, balafirên herbê li Xezzeyê 2 xanîyên ku sîvîl di nav de dijîyan hedef girt.

Di êrîşan de, 10 kesên ku di nav wan de zarok û pîrek jî hene hatin şehîdkirin.

Hat diyarkirin ku di êrîşên li bajaroka Es-Zuveydayê û li bajara Xan Yûnisê de gelek kes birîndar bûn.

Çavkanîyên tenduristîyê, destnîşan kir ku ew ji ber zêdebûna şehîdan endîşe dikin.

Artêşa qaşo yê rejîma îşxalker, ev bû 295 roj e li Xezzeyê qetlîam û qirkirina xwe didomîne.

Di encama êrîşan de heta niha 16 hezar û 172 jê zarok, 10 hezar û 798 jê pîrek tev de 39 hezar û 175 Fîlîstînî şehîd bûn.

Hat îfadekirin ku hejmarê birîndaran jî 90 hezar û 403 kes in. (ÎLKHA)