Yerlîkaya li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek parve kir û di daxuyanîya xwe de destnîşan kir ku di operasyona GÜRZ-1ê de 72 hatin qefaltin.

Hat diyarkirin ku di koordînasyona Serokatîya Îstîxbarata Midurtîya Giştî yê Ewlehîyê û Serokatîya Daîreya Micadeleya bi Terorê re de li bajarên; Enqere, Edene, Entelya, Çorim, Xarpêt, Entab, Hetay, Stenbol, Qirikkale, Mêrsîn, Riha û Trabzonê operasyon hatin lidarxistin.

Di encama operasyonan de gelek pereyên biyanî û Lîreya Tirk, amûrên dîjîtalî hatin bidestxistin. (ÎLKHA)