Lijne di daxuyanîya ku îro belav kir de destnîşan kir ku parêzêr dikarin hinek êsîran zîyaret bikin û ew jî êsîran gohdar kirin.

Hat daxuyandin ku ji wîlayeta Beytlahîymê Parêzêr Yezin Xanim û Suheyb Hamamire, ji wîlayeta Ramallah û El-Bîreyê Prêzêr Enes Ubeyde û Muhenned Haccici û ji wîlayeta Cenînê jî Parêzêr Abdulcebbar Cerrar dikaribin êsîran zîyaret bikin.

Êsîran ji parêzêran re gotin ku şîva ku ji wan re têne dayîn gelek hindik û xerab e, ev rewş jî dibe sedema ziîfbûna wan ku êdî hestîyên wan jî têne xuyakirin. Êsîran ragihandin ku ew ji nexweşînan re ziîf mane û derman jî bi rehetî nikarin bidestbixin.

Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku amûrên paqijîya êsîran, cil û berg û lazimatîyên dinê gelek kêm in.

Di daxuyanîya lijneyê de weha hat îfadekirin, “Hemû girtîyên di girtîgehê de ne di dema qefaltinên xwe û desteserkirinên xwe de dema ku ji girtîgehan re hatine sewqkirin ji teref hêzên îşxalkeran ve hatine derbkirin û muameleyên xera dîtine. Di heman demê de li girtîgehê jî li wan kutan tê dayîn û ji nişkav ve xwe davêjên qoxişên wan.” (ÎLKHA)