Qeza, li çarrêya alîyê Taxa 4 Temmuza ku ser rêya E-130ê ye pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, wesayîta ku di bin îdareya E.K. de bû li wesayîta ku di bin îdareya A.A. de bû qelibî.

Di encama qezayê de bi tevî şofêrên wesayîtan 6 kes birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, polês û îtfaîyeyê hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar bi ambûlansan ji Nexweşxaneya Dewlet a Karamurselê re hatin rakirin. Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)