Bagera ku li bakurê Fîlîpînanê xist bû sedema mirina mirovan, roj bi roj hejmarê mirîyan jî zêde dibe.

Hat îfadekirin ku li Manîlayê jî lehî tesîrdar bû û di felaketa lehîyê de jî kolan û cedde di bin avê de man, piştî felaketa lehîyê rewşa lezgîn hat îlankirin.

Li bajêr xebatên fermî ji bo rojekî hatin sekinandin û dibistan hatin tetîlkirin, herî kêm 80 seferên balafirê jî hatin betalkirin.

Bi dehhezaran mirov ji ber şert û mercên hewaya xerab bêceryan man.

Hat destnîşankirin ku ji ber lehîyê herî kêm 600 hezar mirov mecbûr man ku malên xwe terk bikin.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin li herêmên çîyayî jî hezaz pêk hatîye û tê texmînkirin ku Bagera Gaemiyê li bakurê Tayvanê jî tesîrdar bibe. (ÎLKHA)