Rejîma îşxalker a sîyonîst 3 pêşnîyazên qanûnê ku UNRWAya Neteweyên Yekbûyî wek “rêxistina terorê” îlan bikin, xebatên wan ên li welat qedexe bikin û bêrîtîya xebatkarên wan jî ji ser wan rabikin di meclîsa xwe ya qaşo de qebûl kir.

Li gorî dengdayîna ku di meclîsê de hat kirin ew ê xebatên Ajansê yên li axên îşxalkirî bêne qedexekirin, ew ê xebatkarên wan bi rehetî bêne desteserkirin, UNRWA wek “rêxistina terorê” bê îlankirin û minasebetên wan ên bi rejîma sîyonîst re bêne qutkirin.

Hat daxuyandin ew ê ev pêşnîyaz ji bona ku bê qanûnkirin wê ji Komîsyona Parastinê û Karên Derve re bê şandin.

Urdunê jî ji vê qerara rejîma sîyonîst re bertekê nîşan da û Wezareta Karên Derve yê Urdinê derheqê meseleyê de daxuyanîyeke niviskî belav kir.

Di daxuyanîya Wezaretê de weha hat gotin: “Ev biryar, qetilkirin û bi sîyasî tesfîyekirina Ajansê ye. Ev biryar xebata hedefgirtina mafên tezmînat û vegerîna xelkê Fîlîstînî yên ji axên wan re ye.” (ÎLKHA)