Li herêma Chitwana Nepalê di 12 Tîrmehê de hezaz pêk hatibû, di encamê de 2 otobûsên ku di nav wan de tev de 62 rêwî hebûn ketin nav çem.

Walîyê herêma Chitwanê Indradev Yadav diyar kir ku heta niha cesedê 25 rêwîyan hat dîtin, lê hêj 37 kes winda ne.

Ji teref Walî ve hat destnîşankirin ku hêj nayê zanîn ku herdu otobûs jî li ku derê ne û hêzên ewlehî ya Nepalê jî bi tevî ekîbeke Hîndî ya ku 12 kes in xebatên lêgerînê didomînin.

Hat daxuyandin ku ji 10ê Hezîranê ku barana Musonê dest pê kiribû heta niha 130 kesan canê xwe ji dest dane. (ÎLKHA)