Şewata ku di seatên êvarê de derket, bi tesîra bayê di demeke kurt de mezin bû û belav bû.

Şewata ku li gundê Tekelê derket, belayê gundê Koritê jî bû.

Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re ekîbên Midurtîya Daristanê, îtfaîye, tenduristî û polês hatin sewqkirin.

Ji ber ku şewat belav û mezin bû ji herêmê re ji Bismil û Hezroyê jî ekîb hatin şandin.

Hat diyarkirin ku midexele 3 seat berdewam kir û hat vemirandin.

Ji bo sedema derketina şewatê lêkolîn hat destpêkirin. (ÎLKHA)