Qeza, li gundê Yakincaya Yeşîlyurdê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, wesayîta bi plaqeya 44 AGK 602 ya ku di bin îdareya H.K. de bû û wesayîta bi plaqeya 44 ADS 434 ya ku di bin îdareya M.Ç. de bû li hev qelibîn.

Di encama qezayê de şofêrê wesayîta 44 ADS 434 M.Ç. û rêwîyên di nav wesayîtê de M.M.Ç, A.M.Ç, N.Z.Ç  û M.K. birîndar bûn. Hat diyarkirin ku yek ji birîndaran di nav wesayîtê de asê maye.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, îtfaîye û polês hatin sewqkirin.

Mirovê ku di nav wesayîtê de asê mabû di encama xebata îtfaîyeyê de hat derxistin û bi tevî birîndarên dinê ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)