Qeza li Herêma Sanayîya Organîzeya 3yem a li Entabê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin du serwîsên karkeran ku navê şofêrên wan O.D. û O.E. bû li Bulvara Kamîl Şerbetçî li hev qelibîn.

Di encama qezayê de 21 kes birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyê û derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)