Di daxuyanîya ku ji teref Walîtiya Şirnexê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku di encama hilweşîna sondaya petrolê ya li Qada Petrolê ya Hejmar 27 a Şehîd Aybuke Yalçin a li Çiyayê Gabarê de 3 karker di bin xirbeyan de mane.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ekîbên pispor ên AFAD, UMKE, Îtfaiye, TPÎC û TPAO û ekîbên cendirmeyê bi lez hatin cihê bûyerê û dest bi xebatên xilaskirinê kirin hat ragihandin ku, “Karkerên di bin xirbeyan de mabûn bi birîndarî hatin rizgarkirin, 1 karkerê me bi helîkopterê hat rakirin nexweşxaneyê, veguhastina karkerê din jî hat destpêkirin. Xebatên rizgarkirina karkerên ku di bin xirbeyan de ye berdewam dikin." (ÎLKHA)