Hat ragihandin ku di êrîşa balafirên îşxalkeriyê yên li ser bendera Hudeyde ya Yemenê ya li Behra Sor de herî kêm 6 kes şehîd bûne.

Televîzyona El Mesîre ya ku nêzî Ensarullaha Yemenê ye di nûçeya xwe ya ser bi Wezareta Tenduristiyê ya Yemenê de ragihand ku di bombebarana îşxalkeran a li dijî navendên sivîlan ên li bajarê Hudeydeyê de hejmara şehîdan derket 6an.

Tv ragihand ku di êrîşê de 83 kes birîndar bûne û 3 kes jî winda ne.

Siyonîstên îşxalker şeva buhurî cara ewil Yemenê bombebaran kirin û hat ragihandin ku herî kêm 12 balafirên îşxalker beşdarî êrîşê bûne. Di êrîşê de tesîsên neftê yên li bendera Hudeydeyê hatin hedefgirtin. (ÎLKHA)