Qeza li ser rêya navneteweyî ya ku Bolîvya û Şîlî girêdide pêk hat.

Polîsan diyar kir ku kamyoneke ku ji sînorê Şîliyê vedigeriya Bolîvyayê, li otobuseke rêwiyan a ku ber bi herêma Arîca ya Şîlî ve diçû qelibî.

Hat ragihandin ku di qezayê de 22 kes mirin û 16 kes jî birîndar bûn. Birîndar ji bo dermankirinê hatin rakirin nexweşxaneya herêmê.

Di lêkolîna ewil de hat dîtin ku qamyon dema dixwest ji wesayitekê derbas bibe, derbasî rêya hember bû û li otobusê qelibî.

Hat diyarkirin ku di bûyerê de ajokarên her du wesayîtan mirine. (ÎLKHA)