Qessam, di daxuyanîya ku doh belav kiribû de destnîşan kir ku ew li Taxa Tel El-Sultana bajara Refahê di nav tinêlekî de kemînek li dar xistin.

Di berdewama daxuyanîya Qessam de hat îfadekirin ku hêzeke pîyade ya îşxalkeran ketin nav kemînê û tinêl hat teqandin, di encamê de hinek leşkerên terorîstan mirin û hinekên wan jî birîndar bûn.

Hat dîyarkirin ku Tûgayên Qessam û Serîyyeyên Qudsê doh bi hev re operasyonek li dar xistin û tankekî Merkawayê bi roketa Yasîn 105ê hedef girtin. (ÎLKHA)