Hat diyarkirin ew ê îmtîhan di 30 bajar û 35 navendên îmtîhanê de bê kirin. Ji îmtîhanê re 171 hezar û 655 namzed serlêdanê kirin.

Ji bona îmtîhanan 448 avahî, 6 hezar û 341 eywan bêne şixulandin.

Hat diyarkirin ku ew ê di îmtîhanê de 22 hezar û  556 mirov wezîfe bikin.

Rûniştina 1emîn a Agahîya Beş a Lîsansa KPSSê îro di seat 10.15an de bê tertîpkirin û ew ê namzed ji seat 10.00an şûn ve wê nikaribin bikevin hindir.

Rûniştina 2emîn a Agahîya Beş a Lîsansa KPSSê (hiqûq, îktîsat, aborî) wê di seat 14.45an de dest pê bike.

Hat îfadekirin ku ew ê di herdu rûniştinê de jî ji namzedan re 150 deqîqe dem bê dayîn.

Rûniştina 3emîn a Agahîya Beş a Lîsansa KPSSê jî (îşletme, mihasebe, îstatîstîk) sibe di seat 10.15an de bê tertîpkirin.

Ew ê ji namzedan re 160 deqîqe bê dayîn.

Ji rûniştinan re 346 namzedên astengdar serlêdanê kirin. Namzedên astengdar jî ew ê ji wan re 30 deqîqe zêde bê dayîn.

Encamên îmtîhanê wê di 23ê Tebaxê de bê daxuyandin. (ÎLKHA)