Li Îzmîrê di çarçoveya lêpirsîna der barê 2 kesên ji ber elektrîkê jiyana xwe ji dest dan de 27 kes hatibû binçavkirin.

Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç ragihand ku ji gumanbaran 14 kes hatine girtin.

Wezîr Tunç di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da wiha got:

▪️ 7 şikdar di hepsa malê de ye.

▪️ Ji bo 6 şikdaran qedexeya derketina derve hat ragihandin. Lêpirsîn bi hûrgilî tê kirin.

Careke din ji bo welatiyên me yên ku di wê bûyerê de jiyana xwe ji dest dane rehmetê dixwazim û ji malbata wan re sersaxiyê û sebrê dixwazim.”

Di çarçoveya lêpirsînê de belge û delîlên îfadeyê jî hatin nirxandin û ji bo 5 kesên din jî biryara binçavkirinê hat dayîn.

Xwendekara zanîngehê Ozge Ceren Denîz a 23 salî ya ku li Îzmîrê dema dixwest ji baranê bireve di qulika li ser rê de bi elektrîkê ket, elektrîk lê ket û ket erdêbaran.

Înanç Oktemay ê 44 salî ku di wê demê de derbas dibû jî dema dixwest alîkariya Denîz bike rastî elektrîkê hat û her du jî li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dabûn. (ÎLKHA)