Cenazeya Serwet Yoldaşê ku ji ber nasnameya xwe ya Îslamî 20 salan di zindanan de hat girtin ji teref nas û hezkirîyên wî ve vê şeveqê li Goristana Asrî ya Yenîkoya Diyarbekirê hat definkirin.

Nasên wî û gelek hezkirîyên wî beşdarî merasîma cenazeyê bûn. Malbata rehmetî tazîyeyan li  Mala Şînê ya Turxutan a li kêleka Camîya Yeşîl Kubbeyê qebûl bikin.

Serwet Yoldaş kî ye?

Merhûm Serwet Yoldaş di sala 1970yî de li gundê Keklîka girêdayê navçeya Erxenî ji dayik bû û di zaroktîya xwe de digel malbata xwe li gundê Xatûnîya girêdayê navçeya Kayapinarê  bi cî bû.

Yoldaşê ku di ciwantîya xwe de doza Îslamî nas kir ji ber zilm û zordarîya 28ê Sibatê di sala 2001ê de hat girtin û hat avêtin zindanê. Yoldaşê ku nêzî 20 salan di girtîgehê de ma di sala 2019an de hat tahlîyekirin.

Yoldaşê ku berî vê 8 mehan xwîn çûbû li ser mêjîyê wî li nexweşxaneyê dihat tedawîkirin ku doh êvarî derdora seat 02.00an de rehmet kir.

Yoldaş zewicîbû û bavê 6 zarokan bû.(ÎLKHA)