Wezîr Yerlikaya ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da, diyar kir ku li 57 parêzgehan li dijî rêxistinên sûc ên herêmî yên ku ji aliyê bazirganên tiryakê, hilberînerên tiryakê û kesên ku wan difiroşin operasyonên "Narkoçelîk-27" hatin kirin.

Yerlikaya diyarkir, ji teref Midûriyeta Emniyetê ya Parêzgehê ve di kordînasyona Midûriyeta Mucadeleya Dijî Sûcên Narkotîk a Midûriyeta Giştî ya Ewlehiyê de; tevî 990 ekîp, 2 hezar 475 personel, 8 amûrên asîmanî û 34 kûçikên dedektor ên tiryakê; li 57 parêzgehan wek Diyarbekir, Enqere, Entab, Stenbol, Îzmîr, Qonya, Edene, Antalya, Tokat, Semsûn, Riha, Meletî, Seqerya, Bûrsa, Mereş, Denîzlî, Mûxla, Qocelî, Ordû, Tekîrdax, Trabzon, Êlih, Qeyserî, Elezîz, Nevşehîr, Nîxde, Osmanîye, Mêrsîn, Afyonkarahîsar, Duzce, Karabuk, Şirnex, Sînop, Ûşak, Yalova, Zonguldak, Aydin, Semsûr, Aksaray, Bîlecîk, Bedlîs, Çorum, Karaman, Kîlîs, Mûş û Wanê ku operasyonên Narkoçelik-27 hatin lidarxistin.

Di operasyonan da 1 ton 700 kîlo maddeyên tiryak û 1 milyon û 181 hezar hebên narkotîkê hatin bidestxistin, 396 tiryakfiroş û firoşkarên kolanan hatin girtin. (ÎLKHA)