Hêzên berxwedanê yên Iraqê ragihandin ku ew hêzên Emerîkaê yên li herêma Kurdîstanê ne bi droneyan hedef girtin e.

Di daxuyaniya hat kirin de hat gotin ku, “Li hember sûcên dijmin ên li dijî gelê me li Xezzeyê, Mucahidên Berxwedana Îslamî ya Iraqê bi balafirên bê mirov baregeha Eyn El-Esed a îşxalker a Emerîkayê li rojavayê Iraqê hedef girtin û rasterast li hedefên wan xistin.”

Baregeha leşkerî ya Kobanî gelek caran bi mûşek û firokeyên bê mirov (ÎHA) hatiye êrîş kirin.

Piştî êrişên rejîma sîyonîst a li ser Xezzeyê, êrişa ser baregehên ku leşkerên Emerîkayê li Iraq û Sûriyê lê cih digirin, dewam dikin. (ÎLKHA)