Êrîşên rejîma îşxalker a sîyonîst dijî sivîlên li Xezzeyê dewam dikin.

Îşxalkeran li Nuseyrat a li navenda Xezzeyê maleke ku sivîl lê dijiyan kirin hedef.

Di êrîşê de herî kêm 11 kes şehîd bûn û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Hate hînbûn ku di nava şehîdan de jin û zarok jî hene.

Di êrişên rejîma sîyonîst ser Xezzeyê ji 7ê Cotmehê vir ve 38 hezar û 664 kes ji wan 15 hezar û 694 zarok û 10 hezar û 279 jin şehîd bûne.

Hat diyarkirin ku hejmara birîndaran derket 89 hezar û 97an. (ÎLKHA)