Qeza, duh êvarê li herêma Damlama ya rêya Edene-Pozantiyê pêk hat. Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin, midîbusa ku Îrfan G. diajot ji ber sedemeke ku nediyar e ji kontrolê derket û qulipî.

Li ser agahdarkirinê gelek ambûlans û tîmên agirkujiyê hatin sewqkirin li herêmê. Hin birîndarên di wesayîtê de girtî mabûn ji aliyê ekîbên îtfaiyeyê ve hatin rakirin.

Birîndar piştî alîkariya ewil rakirin nexweşxaneyên Edene û Mêrsînê. (ÎLKHA)