Derbarê mijarê de ji teref OSYMya ku Navenda Bicîkirin, Hilbijartin û Pîvanê ye ve hat belavkirin de hat destnîşan kirin îmtîhana ewil di seat 10.15an de dest pê bike û ew niştina ewil a bi navê Çanda Giştî û Qabilîyeta Giştî 130 deqîqe berdewam bike û ew ê 120 pirs bên kirin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin ew ê di heman rojê de piştî nîvro jî niştina duyem a bi navê  zanistên perwerdehîyê ya ku ji 80 pirsan pêk tê bê lidarxistin û ew ê ev îmtîhan jî 100 deqîqe berdewam bike.(ÎLKHA)