Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî Prens Feysel bin Ferhan Al-Saud dê sibê serdana Tirkiyê bike û pêwendiyên fermî pêk bîne.

Di çarçoveya hevdîtinan de dê li ser geşedanên li Rojhilata Navîn bi taybetî li Xezzeyê şêwir bên kirin.

Her wiha; Li ser derfetên xurtkirina hevkariyên dualî yên di warên siyasî, aborî, bazirganî, leşkerî, pîşesaziya parastinê, enerjî, tûrîzm û warên din de dê nêrîn bên parvekirin. (ÎLKHA)