Qeza li gundê Bekirogluya navçeya Golyakayê pêk hat. Li gor agahiyên ku hatine wergirtin di encama ku ajokarê Patpatê yê di bin rêveberiya V.G de bû ji kontrolê derket û qulipî.

Li ser agahdarkirinê ekîbên tenduristiyê û cendirmeyan sewqî cihê qezayê kirin.

Di qezayê de Fadîme K. ya di wesayîtê de bû jiyana xwe ji dest da û ajokar V.G., A.O. û N.O. jî birîndar bûn.

Birîndar piştî alîkariya ewil a ekîba tenduristiyê bi ambûlansê hat rakirin nexweşxaneyê.

Cenazeyê Fadîme K. yê hat birin morgê.

Der barê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin. (ÎLKHA)