Otobusa ku ji paytext Katmanduyê diçû Gaurê û 41 kes tê de bûn, di encama şimitîna axê de otobus gindirî çemê û 3 kes ji otobusê xwe avêtin filitîn.

Hat ragihandin ku otobuseke din a ku 24 kes têde bûn û ber bi Katmanduyê diçû, ji ber şimitîna axê ket çem.

Xebatên lêgerîn û xilaskirinê yên bi tevahî 62 kesên winda ne dewam dikin. (ÎLKHA)