Li gor agahiyên hat bidestxistin, qeza li herêma gundê Kêrika rêya Hezoyê pêk hat.

Wesayita bi plaqeya 06 FP 1273 ji paş ve tira ku bi plaqeya 01 FF 584 bû qelibî.

Di encama qezayê de U.A. 24 salîya ku şifêrê wesayitê bû di cihê bûyerê de mir.

Piştî ku welatiyên derdorê agahî dan, ekîbên îtfaiye, tenduristiyê, AFAD û cendirme hat sewqî cihê bûyerê kirin.

Cenazeyê Û.A yê ku di qezayê de jiyana xwe ji dest da ji cihê ku asê mabû hat rakirin morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê. Lêkolîna li ser qezayê dewam dike. (ÎLKHA)