Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku ji destpêka êrişên siyonîstên îşxalker a li ser axa Lubnanê heta niha 466 kes şehîd bûne. Van êrîşan li herêmê bû sedema krîzeke însanî û bala civaka navneteweyî kişand ser xwe.

Li dijî êrîşan, Hizbullaha Lubnanê gelek çalakî li dijî nuqteyên leşkerî yên rejîma îşxalker pêk anîn. Derbeyên giran li artêşa îşxalker da. (ÎLKHA)