Alîkarê Serokkomar Cevdet Yilmaz, Wezîrê Xezîne û Maliyeyê Mehmet Şîmşek, Wezîrê Xebat û Ewlehiya Civakî Vedat Işikhan, Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Mustafa Elîtaş û Alîkarê Serokê Koma AK Partiyê Abdullah Guler wê îro ji bo lêkolîna ku wê di çarçoveya zêdekirina mûçeya herî kêm de bê kirin bicivin.

Bi mîlyonan teqawîtbûyî bala xwe dan rêziknameya bilindkirinê. Zêdekirina enflasyonê ji bo teqawîtên bingehîn tê sepandin. Piştî enflasyona 6 mehan rêjeya zêdekirina teqawidiyê bû ji sedî 24,73.

Meeşê kesên ku meeşê wan 7 hezar û 710 lîre û jêre ye, tevî ku zêde bû di binê meaşê herî kêm de ma.

Civîn wê îro saet di 15.30 de li Beştepeyê bê lidarxistin. (ÎLKHA)