Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî belav kir, diyar kir ku ji sûcên "Qaçaxçîtiya Berhemên Tarîxî û Bi armanca Sûc Sazkirina Rêxistinê" li 2️4️ parêzgehên wek li Îzmîr, Enqere, Edene, Antalya, Balikesîr, Bursa, Denîzlî, Eskîşehîr, Hatay, Isparta, Stenbol, Karaman, Qonya, Manîsa, Mersîn, Muxla, Nevşehîr, Osmanîye, Sakarya, Samsûn, Sêwas, Tekîrdax, Trabzon û Aydinê operasyon hatin organîzekirin.

Wezîr Yerlikaya diyar kir ku di operasyonan da 47 şikbar hatin girtin û 6 hezar û 3️2️5️ sîkke, 9️9️7️î tişt, 5 dedektor, 2 tivingên bê ruxset, 1 çeka bê ruxset û gelek fîşek hatin bidestxistin. (ÎLKHA)