Emerîkayê ku ji 7ê Cotmeha 2023an a ku ji dest pêk a Operasyona Tufana Eqsayê bombe û çekan ji rejîma îşxalê re dişîne, piştî îşxala Refahê, tevî bombeyên 1 tonî dîsa bombeyên 227 kîloyî şand ji rejîma îşxalê re.

Li Emerîkayê rêveberiya Joe Biden dest bi şandina bombeyên 227 kîloyî ku ev 2 meh in tevî sewqiyata bombeyên 1 tonî hatibû sekinandin, dîsa dest bi şandina ji rejîma îşxalker re da destpêkirin.

Berpirsekî Emerîkî piştrast kir ku bombeyên 227 kîloyî ji rejîma îşxalker re cuda hatine şandin û tekez kir ku şandina bombeyên yek ton hê jî sekinandiye. (ÎLKHA)