Qeza li Taxa Kendîrlş ya Taxa Yeşîlyurtê pêk hat.

Li gor agahiyên hat bidestxistin, A.G.yê (24)  ku ajokarê Otomobîla bi plaqeya 35 AL 1087 ku ber bi Meletiyê ve diçû, li wesayiteke ku di heman rêyê de diçû ku plaqeya wê nehat diyarkirin ket. Ji ber lêxistinê otomobîl gudnirî zinarekî bi qasî 20 metreyan.

Di qezayê de ajokar A.G. û P.S. (20), M.G. (23), R.G. (23) S.G. (46), R.G. (24) û Y.G. yê (2) zarok 7 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê ekîbên tenduristiyê, îtfaiye û cendirme li herêmê hat sewqkirin.

Birîndar piştî alîkariya ewil li cihê bûyerê bi ambûlansê hatin rakirin nexweşxaneyê.

Der barê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin. (ÎLKHA)