Hate gotin ku rewşa niha li Xezzeyê eşkere dike ku rêjîma îşxalker tedbîrên pêwîst ji bo dabînkirina xwarinê bo Xezzeyê û kêmkirina bandorên birçîbûnê negirtine, û hemû yasayên navdewletî birçîbûna sivîlan di dema şer û pevçûnan de qedexe dike, lê ev qedexe li Xezzeyê li dijî sivîlan hatiye binpêkirin.

Ofîsa Ragihandina Hikûmetê bi tundî biryara rejîma îşxalker ya astengkirina derbasbûna alîkariyan bo Xezzeyê û pejirandina vê biryarê ji aliyê Emrîqayê ve şermezar kir û diyar kir ku van siyasetên han kirîza mirovî ya ku 2,4 milyon welatiyên Filistînî dijîn kûrtir kiriye û ji mafên xwe yên bingehîn bêpar mane.

Ofîsa Ragihandinê ya Hikûmetê bang li civaka navdewletî, Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên navdewletî yên cuda û hemû welatên cîhana azad kir ku zextê li rejîma îşxalker û rêveberiya Emrîqayê bikin da ku şerê qirkirinê rawestînin, deriyên derbasbûnê vekin û bi lez û bez gihandina alîkarîyan a bi daîmî zextan bikin. (ÎLKHA)