Rejîma îşxalker êrîşên xwe yên li ser Xezzeyê di roja 278emîn de berdewam dike. Di êrîşa ku ji teref rejima îşxalker ve li ser Kampa Nuseyrat a li navenda Xezzeyê hat lidarxistin de 6 jê zarok 8 Filistînî şehîd bûn û 10 Filistînî jî birîndar bûn.

Di êrîşên balafirên şer ên sîyonîstan ên li bakurê bajarê Xezzeyê de herî kêm 10 Filistînî birîndar bûn.

Di êrîşên li başûrê bajêr de jin û zarok jî di nav de gelek Filistînî birîndar bûn.

Doh jî îşxalkeran êrîşî deriyê dibistana li Xan Yûnisê ku Filistîniyên xwe li wê derê sipartibûn kirin û di encamê de 29 kes hatin şehîdkirin û 53 kes jî birîndar bûn. (ÎLKHA)