Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji teref Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ve hat dayîn de weha hat gotin: "Îşxalkeran li bajaroka Abesan a li rojhilatê bajarê Xan Yûnisê dibistaneke ku koçber lê dibûn hedef girtin, qetlîameke nefret kirin."

Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji aliyê Heyva Sor a Filistînê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku ekîbên alîkariya ewil birîndarên di êrîşê de rakirin nexweşxaneyên Nasir û El-Emel ên bajêr.

Her wiha Heyva Sor a Filistînê ragihand ku di encama bombebarana rejîma îşxalker a li ser Xakurkê Ebû Hemîd li navenda Xan Yûnisê de şehîd û birîndar hene.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin di 6 qetlîamên ku di 24 saetên dawîn de ji teref rejima îşxalker ve hat kirin de 60 Filistînî şehîd bûn. (ÎLKHA)