Yapicioglu, li ser qebûlkirina pêşnîyazê ku bila di Meclîsê de bê gotubejkirin li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek parve kir.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu weha got, “Me di 28ê Kanûna Pêşîn a 2023yan de ji Serokatîy Meclîsê re pêşnûyazek pêşkêş kiribû. Me di pêşnîyaza xwe de xwest ku bila wan kesên kub eşdarî sûcên qirkirnê bûne bêne cezakirin, welatîyên wan bêne betalkirin û mal û milkên wan ji wna bêne standin. Di heman demê de me pêşnîyaz kir ku bila wan mal û milkên wan ên ku ji wan bêne standin ji Fona Malbat û Ciwanîyê re bê dewrkirin. Di dengdayîna ku hat kirin de pêşnîyaza me ji girtina rojeva Sazîya Giştî re hatîye qebûlkirin.”

Yapicioglu spasiya AK Partî, MHP, İYİ Partî, Partîya Seadetê, Partîya Pêşerojê, Partî Dewayê, Komên Refahê û parlementerên ku piştgirî dan pêşnûmeyê kir û got, "Daxwaza me ew e heta ku Parlamento nekeve betlaneyê pêşnûmeya me bi yekdengî bê nîqaşkirin û bibe qanûn.” (ÎLKHA)