Hat destnîşankirin ku li gundê Avxarka navçeya Zêtkayê lehî pêk hat, di dîmenan de tê dîtin ku wesayîtek bi avê ve diherike û diçe.

Hat hînbûn ku di lehîyê de hinek xanî û axur zerarê dîtine.

Li gorî agahîyên ku ji gundan ve hatine bidestxistin 4 wesayît, amûrên teraktoran û 4 xanî xesarê dîtin.

Hat hînbûn ku li gundên Bazîd û Çalanê xesar pêk hatine. (ÎLKHA)