Brîk di gotara xwe ya ji bo rojnameya işxalkeran Haaretz de got, "Em li Xezzeyê têkoşîna xwe didomînin, em gelek caran êrîşî herêmên ku îşxal kirine dikin, êrîşên bêwate dikin û em berdêla wî jî bi xwînê didin."

Brîk, destnîşan kir ku rejîma îşxalker avahiyan wêran kiriye û weha got: "Şer, ji ber ku HAMASê ji cîhê mirîyên xwe re bi ciwanan tijî dike, ji bo zirara îsraîlê dîsa nû dibe."

Brîk diyar kir ku "îsraîl ji ber ku hêza wê ya pêwîst tune ye ew ê nikaribe yek ji armanca xwe jî pêk bîne" û wî destnîşan kir ku artêşa îşxalker li hemberî HAMASê ew ê nikaribe bi ser bikeve.

Brîk bang li Netanyahûyê îşxalker jî kir û got, "îsraîl wê nikaribe HAMASê têk bibe û êdî dem hatiye ku em winda bikin. Ji ber ku berdewamkirina şer wê serketinê neyne, berovajî wê têkçûna îsraîlê ew ê bi êştir bike." (ÎLKHA)