Bertekên ku ji şaredariyên DEM’ê yên ku bi hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê hatin ser kar û ji bo girtina 12 avahiyên ku 10 qursên Qur’anê li Amedê hene, ji miftiyan re name şandine didomin.

Nûnerên Weqfa Perwerdehiya Îdeal (ÎDEV), Cemiyeta Mustezefan û Yekîtiya Alim û Medreseyan (ITTIHADUL ULEMA) ku li Diyarbekirê di warên cuda de xizmetê didin, der barê însiyatîfa mijara gotinê de daxuyanî dan û diyar kirin ku ev yek nayê qebûlkirin.

"Yên ku behsa perwerde û azadiyê dikin, dijminatî hemû geşedanên ku bi fitreta gel re li hev e dikin"

Serokê IDEV Muhammed Şakir diyar kir ku di van demên dawî de piştî ku DEMê dest danî ser şaredariyên hin herêmê bi taybet li navenda Diyarbekirê, bi nirx, çand û perwerdehiya dînî ya gelê Misilman re dest bi xebatê kirin û got. “Şaredariyên li Diyarbekirê biryara qedexekirina 10 qursên Quranê yên li 12 avahiyên ku ji berê ve dixebitîn da. Ev biryareke pir xerab, gemar e ku bi nirxên gel re nagunce û bi daxwaza perwerdehiyê re nakok e. Bi rastî em ji berê ve vê zihniyetê nas dikin. Kîjan partî bi CHPê re di nava têkiliyên nêzîk de be jî, bi wê re bixebite û bi awayekî paralel bi bernameyên wê re tevbigere jî, wê nikaribe xwe ji rûbirûbûna nirxên dînî yên gel dûr bixe.”

Şakîr gotinên xwe wilo domand:

“Di vê nuqteyê de Partiya DEMê jî li dûv CHPê ket û niha jî li dijî nirxên dînî yên gelên herêma me tevdigere, mîna dijminatiya ku CHPê ji salên destpêka cumhurîyetê ve li hember dînê gelan nîşan daye dide. Ev rewşeke nayê qebûlkirin û ne pêkan e ku di vê de bi ser bikevin. Partiya DEM û pêkhateyên di zihniyeta wê de ku li vir behsa perwerde û azadiyê dikin; Ji hemû geşedanên ku bi daxwazên dînî, perwerdehî, çand, nirx û fitreta gel re li hev dikin, girtî ye û dijminatiyê li wan dike.

A niha jî ev dijminatî gelek tê kirin. Gel li fijî vê sebr nake û gel vê tiştê qebûl nake. Ev kareke perwerdehiyê ye. Em jî weke saziyeke perwerdehiyê îlan dikin ku vê qerara qirêj a partîya DEMê qebûl nakin, telîn dikin û heta ji destê me were pê re micadele bikin. Gel bixwe jî vê tiştî qebûl nake, ji xwe di heqê van de dest bi hin teşebbusan jî kirin e.”

“Armanca we çi ye? Hun dixwazin civakeke çawa ava bikin?”

Serokê Cemiyeta Mustezefan Murat Arslan, diyar kir ku qursên Qur'anê ji bo geşbûna ruhî ya civakê hewcedariyek e û divê şaredarî ji bo vê hewcedariyê gavan biavêje.

Arslan wiha peyivî, “Herî dawî şaredariyê biryarek skandal da ku avahiyên ji bo qursên Quranê hatine veqetandin bigire û vegerîne şaredariyê. Ev biryar di warê eşkerekirina kodên derûnî yên rêveberiya şaredariyê ya niha de mijareke girîng e. Dema hûn saziyên ku civakê pêdiviya wan bi wan heye, bi taybetî saziyên ku perwerdehiya îslamî didin zarokan, dikin hedef û hewl didin wan bigrin, em weke civak an jî weke saziyên sivîl dixwazin ji we bipirsin: Armanca we çi ye? Hûn dixwazin civakeke çawa ava bikin? Hûn bi kodên hişê xwe li pişt perdeyê çi nîqaş dikin? Di encamê de kesên ku di qursên Quranê de perwerde dibin fêrî kitêba Xwedê û sunneta pêxember dibin. Ew wek ferdên fezîlet û exlaqî yên ku ji civakê re sûdmend in derdikevin pêş. Weke rêxistinên sivîl em bi lezgînî dixwazin ku hûn dev ji vê biryarê berdin û xeletiya xwe sererast bikin.”

“Zîhnîyeta CHPyê xwest ku vî tiştî bike lê serkeftî nebû”

Sekreterê Giştî yê ITTIHADUL ULEMA Molla Muhammed Ozer, hewldanên girtinê wekî "biryareke li bende" nirxand û wiha şitexilî, “Ji aliyê şaredariyên Partiya DEM'ê ve hewl tê dayîn 12 qursên Qur'anê bên girtin. Me ev biryara şaredariyê balkêş nedît. Ji ber ku ev zîhniyet berê hewl da ku mizgeftan bigire ev biryarek çaverêkirî bû. Piştî dijberiya ciddî û dijberiya Rêxistinên Sivîl ên Misilman dev ji vê biryarê berdan. Ji ber vê yekê em ji şaredariyê re dibêjin ku tu kesî ji dijminatiya Qur’anê û qedexekirina Qur’anê sûd negirtiye. Zihniyeta CHPyê di deklerasyona Komarê ya yekemîn de hewl da vê yekê bike, lê bi ser neket. Ez bawerim ew ê jî têk biçin.

Ozer bal kişand ku di vê pêvajoyê de hin erkên saziyên sivîl hene û wiha got:

“Pêwîste di vê derbarê de kamuoyu were çêkirin û li gel bertekan rûyê rastî yê van ji raya giştî re were nîşandan. Ji bo ku karibin vê biryarê paşve bixin. Her wiha dixwazim bibêjim ku em dixwazin hêzên mîlîter yên DEMê yên Diyarbekirê ku bertek nîşanî çalakiya ku çend roj berê li navendên Cihûyan ên li Diyarbekirê di bin navê ‘mudaxaleya jiyana mirovan de’ hat lidarxistin, li dijî vê yekê derkevin û bertek nîşan bidin. Lê mixabin em dizanin ku ew ê nebin. Ji ber ku têkoşîna vê zîhniyetê li dijî saziyên ku ji bo pêşxistina civakê dixebitin e. Ji ber vê yekê divê hemû gelê Diyarbekirê li dijî wan derkeve û rûyê wan ê rast bibîne.” (ÎLKHA)