Li gorî nûçeya Nûnertiya Yekîtiya Ewropayê ya li Gurcistanê ya li ser hesabê Xê, Balyozê Yekîtiya Ewropayê yê Gurcistanê Pawel Herczynski di çalakiya ku li paytext Tiflîsê hat lidarxistin de derbarê pêvajoya endamtiya welatê xwe ya li Yekîtiya Ewropayê de daxuyanî da.

“Mixabin pêvajoya endambûna Gurcistanê ya Yekîtiya Ewropayê demeke hatiye sekinandin.” Herczynski di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ev biryar ji aliyê lîderên ku beşdarî Civîna Lîderên Yekîtiya Ewropayê ya dawî bûne hatiye girtin.

Herczynski diyar kir ku di çarçoveya biryarê de alîkariya aborî ya YEyê ya ji bo Gurcistanê ya 30 milyon ewro ya ji bo sala 2024an hat sekinandin û wiha dewam kir: "Heke rewş xerabtir bibe tedbîrên din tên nirxandin." (ÎLKHA)