Di daxuyanîya niviskî ya ku ji teref HAMASê ve hat belavkirin de hat diyarkirin ku êrîşên îşxalkeran zêde bûne, bal hat kişandin ku îşxalkeran bi dehhezaran sîvîlan hedef digrin û mecbûr dihêlin ku xelk malên xwe terk bikin.

HAMAS destnîşan kir ku faşîstên îşxalker qanûn û peymanan nas nake û ji wan re meydanê dixwe, li Xezzeyê ev bû 9 meh e êrîş didomin û ev jî berdewama herba îmhekirina xelkê me ye. Hat îfadekirin ku di van êrîşan de desteka Emrîqayê jî heye.

HAMASê, diyar kir çiqas jî sîyonîst û Emrîqa êrîşên xwe zêde bikin, ew ê ji xelkê Fîlîstîna ku biqerar in re nikaribin serê wan bitewînin; berxwedêrên egîd ew ê heta ku wan ji axên xwe derbixin wê pevçûnên xwe bidomînin. (ÎLKHA)