Yalçin destnîşan kir ku ew bi şîara “Belavkirina Biheq û Sîstema Adil” Kongreya Mezin a Derasayî ya 5emîn lidardixin û dûre weha got, “Dozeke me ya mezin heye. Bi tevî dozê partîyekî heye ku mezin dibe. Ev partî roj bi roj li Tirkîyeyê dibe xwedî gotinê. Di sîyaseta Tirkîyeyê de zêdetir cîh digre û tê axavtin. Tê rojevkirin û hemd ji Xwedê re nîşanan dihêle. Di vê pêvajoya ku em hatine de li gorî 10-12 sal berê di sîyaseta Tirkîyeyê de gelek tişt vegerîyaye. Di navbera hikumeta wê rojê û hikumeta vê rojê de hem bi axavtinê hem jî bi çalakîyê gelek tişt guherîye. Divê hinek dinê jî xwe nêzê edaletê bikin, em li hêvîya edaletê bûn lê mixabin em lê dinhêrin zêdetir ji edaletê hatîye dûrketin. Mixabin hem di warê meseleya Kurd a netewî de, hem di meseleya manewîyat û hem jî meseleya aborîyê de pêvajoya ku hikumet hatîye wê cîhê ewakî ye.”
“Li Tirkîyeyê di navbera qewmên Misilman de bi taybetî di navbera Kurd û Tirkan de bendbendî zêde dibe”
Yalçin di berdewama axavtina xwe de bal kişand ku cahîlî û musîbeta herî mezin a ku di roja me de ji serê însanîyetê re bûye bela nîjadperestî û qewmîyetperestî ye, dûre Yalçin axavtina xwe weha berdewam kir:
“Mixabin li Tirkîyeyê di navbera qewmên Misilman de bi taybetî di navbera Kurd û Tirkan de bendbendî zêde dibe. Tirk û Kurd ji bo hembertîyê ji hev re têne sorkirin. Ev hem di warê sîyasî de hem di warê aborî de û hem jî di warê civakî de tê kirin. Mînak di van rojên dawîn ku tiştên ku ji penaberên Sûrîyeyî re têne kirin de em dibînin. Qewmên Misilman mecbûr mane ku welatê xwe bihêlin, di nav herbê de can û malên xwe winda kirine, welatên xwe winda kirine û xwe ji me re sipartine. Ji ber hîsên qewmîyetperestîya di nav me de ji wan re gelek bi dijwarî eleqe tê kirin û bertek tê nîşandan, tê xwestin ku berê penaberan bê dayîn.”
Yalçin, “Lazimatîya Tirkîyeyê ji biratîyê re heye. Dema ku li cîhekî Tirkîye û însanê Tirkîyeyê zerarê bibîne divê em bi qewmên dinê re bi xerabî nexwebitin.”
“Di nav daîreyên dewletê de îsraf gelek zêde bûye”
Yalçin îfade kir ku esaseke ku HUDA PAR li ser hatîye damezrandin yek jî “divê însan di navendê de be” ye, “Weka ku me gotibû ‘Pêşî Însan, Pêşevanî Edalet’ me di vê kongreyê de jî got, ‘Sîstema Adil, Belavkirina bi Heq’ bi taybetî di belavkirina bi heq de di nav hikumetê de û di nav daîreyên dewletê de îsref gelek zêde bûye. Însanê me, rayedar û desthilatdar di nav îsrafê de fetisîne. Ger ku pêşîya vêya neyê girtin ew ê felaketên mezin werin ser serê me.”
Yalçin, “Ger ku dewleta Tirkîyeyê dev ji xelatîyên ku li hember qewman dike berde ew ê wê çaxê heq cîhê xwe bigre. Ew ê ziman jî cîhê xwe bibîne Tirk jî cîhê xwe bibîne û Kurd jî cîhê xwe bibîne. Tirk ew ê bi Tirktîya xwe ewqas neçeliqe; Kurd jî ew ê ewqas mexdur nebe.”
Yalçin di berdewama axavtina xwe de weha got, “Di zanîngehan de beşên Zimanê Kurd hene. Di bin navê ‘Zimanê ku dijîn’ de ne. Ev îfadeya ‘Zimanê ku dijîn’ îfadeyeke gelek eyb e. Tu dibêjî qey, ‘Zimanê ku nemirîyaye û hêna jî di ber rih de ye an jî zimanên ku nehatine kuştin e…
Tenê li Tirkîyeyê li gorî reqemên fermî 20 milyon Kurd hene lê dibe ku 50 milyon be jî. Xeyn ji vêya ew sê parçeyên dinê jî bikin nav vêya û xeyn ji wan sê parçeyan jî Kurdên li Rûsyayê, li alîyên Ereban û Ewrupayê jî bikin nav dibe ku li ser rûyê erdê ji 100 milyonî zêdetir Kurd hebin. Bi taybetî hêna jî mafên ziman têne înkarkirin, çand tê înkarkirin, unsura qewmîyetê tê înkarkirin. Perwerdehîya bi zimanê dayîkê, axavtina bi zimanê dayîkê di gelek cîhan de tê redkirin û înkarkirin. Yê ku li vê derê hewceye bê kirin ji vê meseleyê re bi çavê biratîyê bê nihêrtin.
Divê mitleqe ev muameleya ku ji ziman re tê kirin bê guhertin. Ger ku neyê guhertin ew ê çi Tirk û çi jî Kurd rehetîyê nebînin. Ger ku em edaletê, hizurê, aştîyê û selametê bixwazin ku van gotinan hemû sîyasetmedar bikartînin, divê heqê biratîyê bê dayîn.” (ÎLKHA)