Li ser banga "Eniya Fasê ya Piştgiriya Filistînê û Dijî Normalbûnê" bi deh hezaran xwepêşandêr li kolanên bajêr kom bûn.

Xwepêşanderan alayên Filistînê hilgirtin û sloganên "Xezze ne bi tenê ye" gotin û banga bîranîna Tugayên Qassam û berdevkê wan Ebû Ubeyda kirin.

Xwepêşandêrên ku ji meydana li ber Mizgefta Muhemmed 5emîn dest pê kirin, bertek nîşanî normalbûna welatê xwe bi rejîma sîyonîstî dan û bi taybetî îzna vê dawiyê ya keştiya herbê ya siyonîst li bendera Mexribê û dabînkirina kelûpelan ji wir şermezar kirin. (ÎLKHA)